Menü
WelekorîstanÇûme gundekî bi bax û bostanEz jê re mame mest û heyranLi hawirdora wî bilind bûne çîyaBinhêre li bintara wî mêrg û zevîyaWa belekîyê berfê li serê çiyaDixulxulî ava çem û kanîya.Wek kezîyê keça çardeh salîFitla dide xwe bin newal û gelî.Serî hildaye ca wek tîre marDibe xuşxuşa wî jor da tê xar.Temaşedikim bi qîr û hewarNava dil li min bûye koza ar.Dest û rûyan dişom bi yekcarBi kulma min ava sar jê vexar.Min vexar ji ava sara xweşikTavilê nava dil li min bû hênik.Ketim nav newal û berê çîyaBêhn dikim kulîlk û gul û gîya.Beybûn û sumbul û nêrgizRihan û piltan li baxê dengiz.12Qalçîçek û gulsosin û berfînLalezer û pîvong û yasemîn.Li ber qefa zinar û latê jorSosin û gulên kesk, zer û sor.Min li berojan mêzekir û dîCetirî û gulçîçek û dawudî.Şîn bûne hêliz û hîro, adarokTevî kartûs û karî û kulavok.Gulgenim û mêxik û perperokGulebûk û xetmîn tevî şekrok.Lale û sinbil, şîlan û binevşStêrgul û sedra bêhna xweş.Li ber bostan û bax û babanZambaq û qerenfîl û guldan.Xaşxaşka sor dikir li berojanBo jîyana min dibin ruh û can.Biharê li xwe dikir xemla keskÇîya û deşt û newal û bi lesk.Tov dikir goberxik û benîştokHem pelhewês û tirşo û silqokRojê vedida ji girê Hecî HeyderŞewqê xwe dida axpîn û bêder.13Xûsya şevê li ser gulê dabû derDibiriqî wek yaqût û cewher.Gazî diket nav şênî û gundîyaQîz û bûk bi carê radibûn ser pîya.Davêtin milên xwe Elbê ToqatîLê bêrîya jor mîh û bizin didotî.Awir davêtin sîneya wek pizotCerg û hinav li xortan disot.Tanîn şîr dew û penêr û mastVexim ji kesera wê re çeqilmast.Di nav re dikişe çemê şirîn Ava ŞorDelav bi delav kanî ne li hawirdor.Axpîna maşa Şêxo û Kortika ConîŞûna warê Kurda bû hem şaristanî.Cîyê leyistoka me Keta Mala ÎsaHawirdor gul û kulîlk bûn dîsa.Deşta Xîz bi daristan û devîLê diçêrin karxezal û pezkûvî.Siwar im ez li hespên seklawîGirêda min tîr û kevan li wî.Sar e Newala Kûr, Gola MexsêZivrik û golehişk dikin „eksê.14Çêmê jêr û Ada Mala TeyfûqGirkavir û Hewşan mîna bûk.Mêrga Bizya û Textê BaxirKelehoşk tev maden û paxir.Warê Hola hem Guhura pezBû mexel lê mîhên sor û gevez.Çîyayê Xevrevîn bi kevir û lat eKeleha wî bilind û bi heybet e.Li gelîyê jor aşê Şêx YûnûsAşê Şêx Siltan li bin mala Ûnis.Kela Hacik dîroka wê nedîyar eBin wê daristan û gund û bajar e.Geliyê Zuxur kûr û hem teng eKanîyê Pûrto bi delav û çeng e.Lê şîn dibe sîrmendik û pûng eLi sînora bilind dibe hew siping e.Bêjim we navê wan bi zorêEz ê xwe berdim Newala Şorê.Rûnêm li ser kendalê Gola KûrTemaşekim li masîyên gir û hûr.Bimeşim li ser axa WelekorîstanHerim nav baxçe, bin darê mêvan.15Berhevkin givîj û karçîn û şîlanHin gulîzerk û hurmî û sêvan.Zevîya Reşît hem Kayîna CerganPişta baxçe li nav zevî û beyaran.Hildim dest xwe xilç û adodanJi nav axê rakim zîl û kerengan.Herim Newala Dedo û Kanîya MarBo we hevala vexwim jê ava sar.Zevya ber gund bê av û beyanîKalê min li wê tim bostan danî.Çêdibûn zebeş û petêxên narînTam xweş bûn û wek gezo şirîn.Newala Kêça dirêj û hem bi ger eTextê Mêrgê bilind û li hember e.Ji serê min hiş û aqil diçû dereBer bayê ketim mîna kelampere.Çotkar dajon bi ga û kotan ber eAxa wî reşe û tevekî cewher e.Rasta Qicûrê avzê û şilek eWek gerdena keça çav belek e.Bişewite mala te hey felekêÎro wêran bûye Birca Belekê.16Min li wir derbaskir dem û salBi hesreta wê ez bûme pîr û kal.Bê welat û bê dewlet û bê alLi kuçê xerîbîyê ma me bê hal.Ez bêjim we bi şev û rojanTim binivîsim bi meh û salan.Nikarim wesvê wê bînim zimanEw e lew ji dilê xaka Kurdistan.Min li ser wî nivîsîne pir destanEw e ku navê wî Welekorîstan…Ji dewra qedîm de tu şaristan îÇima tu îro wek warê wêran î?21.04. 2021. Çorlu
Nando Yayınları tarafından yayımlanan, Seyfedine Welekori kaleminden çıkan Welekoristan kitabını keşfedin. Öykü Kitapları kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.
Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!
Kütüphanenize eklemeniz gereken bir başyapıt!
Siparişine ait tüm kitaplar en geç 2-3 gün içinde kargoya verilir
5 kitap ve üzerinde ücretsiz kargo
Kargo sürecinde hasar gören ürünleriniz için %100 iade