Menü
Ev kitêba bi navê Tarîxa Meyafarqînê, derheqê Dewleta Merwaniyan de çavkaniya sereke ye. Ji hêla Îbnu’l-Ezreq ve (1116-1181) hatiye nivîsîn, ku ew bi xwe jî ji Farqînê ye; lewma nîsbeta wî bi awayê el-Fariqî ye.Ev kitêb, yek ji wan berheman e ku mîna Ansîklopediyekê li ser bûyerên serdema navîn gelek agahiyên berfireh î girîng pêşkêşî me dike. Belkî ji navê kitêbê yê Tarîxa Meyafarqînê tê gumankirin ku Îbnu’l-Ezreq, hew li ser bajarê Farqînê û bûyerên wê nivîsiye; lê ya rastî ew çawa li ser avakirina Farqînê ya kevnar ku di serdema Bizansî û Sasaniyan de pêk hatibû, agahiyên dûr û dirêj dide; herweha ew gelek agahiyên berfireh î girîng ên tarîxî, kultirî û siyasî derbarê serdemên berê de jî dide, xasma jî yên sedsala şeşan/dozdeyan, ku Îbnu’l-Ezreq bi xwe jî tê de jiyaye.Ew, ji bilî agahiyên giştî li ser xelîfeyên Emewî û Ebasiyan digel desthilatdarî û xanedaniyên serdest û bindest ên hawirdorên xelîfeyan -mîna Buweyhî, Selçûqî û yên din-, ew li ser xanedanî û desthilatên tabi‘ên wan jî rawestiyaye. Ji nav wan jî ew bi taybetî li ser mîrnişînî û xanedaniyên ku li Meyafarqîn û Amedê digel navçe û herêmên ser wan hikûm kirine, disekine. Lê herî bêhtir jî ew agahiyên berfireh li ser desthilatdariya Hemdanî, Merwanî, Artuqî û Sekmanên Xelatê dide.Herweha ew bi kurtî be jî li ser navçe û deverên ser Diyarê Bekir û hinek jî Diyarê Muder (Tor) rawestiyaye. Û carna jî şaxa xwe avêtiye heya Welatê Jorîn û Qafqasan; mîna Abxaz, Gurc û yên din jî. Çawa ku kêm-zêde tibabek agahî li ser dewleta Zengî û ya Eyyûbiyan jî daye.Wî li ser dema Nûreddîn Zengî, rêwingiya ber bi Misrê ve ya Şêrkoh îbn Şadî û biraziyê wî Selaheddînê Eyûbî û rêwîtiya Necmeddîn Eyyûb ya dûvre jî agahiyên kurt dane.Weşanxaneya Nûbiharê, sala 2014an pêşîn çapa vê kitêbê ya Erebî -bi amadekariya Dr. Kerîm Farûq el-Xûlî & Yusuf Baluken- weşandibû, vêga jî çapa wê ya Kurdî/Kurmancî -bi wergera Emîn Narozî- diweşîne.
Nubihar Yayınları tarafından yayımlanan, İbnu`l-Ezreqe Fariqi kaleminden çıkan Tarixa Meyafarqine Özel Baskı kitabını keşfedin. Kürt Edebiyatı kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.
Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!
Edebi zevkinizi tatmin edecek harika bir seçim.
Siparişine ait tüm kitaplar en geç 1-3 iş günü içinde kargoya verilir
Aradığın kitabı bulamıyor musun? Hemen bize yaz ve stoklara yükleyelim.
Kargo sürecinde hasar gören ürünleriniz için %100 iade
Evet! Tüm kitaplarımız sadece yetkili ve büyük yayınevlerinden tedarik edilir.
Siparişiniz hazırlandığı anda e-posta adresinize kargo takip numaranız ve linkiniz anında iletilir. Ayrıca takip numaranızı müşteri hesabınızdan da görebilirsiniz.
Sağ altta bulunan Destek kutucuğundan bize ulaşabilirsiniz. Size en hızlı şekilde geri döneceğiz.