Menü
Em, di vê xebata xwe da, li ser Rewdî’n-Ne‘îm’a Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî sekinîn. Pênc nusxên Rewdî’n-Ne‘îm’ê hene. Nusxa ku em li ser xebitîn, destxeta muellîf yanî ya Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî bi xwe ye. Me vê xebata xwe kir sê beş. Di beşa yekem da, em, li ser jîyan û eserên Şêx ‘Ebdurrehman sekinîn. Bi awakî berfireh, me di derheqê wî û eserên wî da, mehlûmat dan. Ji ber ku ji medresa Aqtepê û ji malbata Aqtepîyan, yanî ji ‘eynî malbatê gelek şa‘ir û ‘alim derketine, loma me di ‘eynî beşê da, cî da danasîna şa’îrên din ên ji malbatê; û me ew û eserên wan, dan nasîn. Di beşa duyem da, ji ber ku mijara Rewdî’n-Ne‘îm’ê di derheqê *Hîlye* û *Mî‘rac*a Hz. Pêxember da ye, loma me jî bi awakî fireh, di derheqê hîlye û Mî‘rac’ê da, agahî da. Di beşa sêyem da jî, me Rewdî’n-Ne‘îm ji alîyê naverok û şeklî ve nirxand.Rewdî’n-Ne‘îm, bi mûxtewîyata xwe, helbestên li ser evîna Hz. Pêxember in. Şêx ‘Ebdurrehman di vê esera xwe da, evîna xwe ya di dilê xwe da vegotîye, yanî ne‘tên xwe pêşkeşî evîndarê xwe (Hz. Pêxember) kirîye. Rewdî’n-Ne‘îm, li gorî mesnewîyên Kurdî yên heyî, ji alîyê muqeyeseyê ve, esereka gelek stûr e. Mijara wê, hîlye û Mî‘rac’a Hz. Pêxember e. Di nav xwe da, kitêb beş bi beş e. Kitêb, ji 4511 malikan (beyt) pêk hatîye û bi şiklê mesnewîyê hatîye hûnandin.Hemî dê biçin cennetê bêgumanHîsab û ‘ezabek tu nîn e li wanBi bab û bi daê Resûlê KerîmBi ensabê Sultanê îhsan‘emîmÎlahî! Tu, *Rûhî* nekî şermîsar!Kerr û lal û gêj e, tu nîn e medar!
Dara Yayınları tarafından yayımlanan, Şex Ebdurrehmane Aqtebi kaleminden çıkan Rewdi`n-Ne`im kitabını keşfedin. Kürt Edebiyatı kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.
Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!
Edebiyatın büyülü dünyasına bir adım daha atın.
Siparişine ait tüm kitaplar en geç 1-3 iş günü içinde kargoya verilir
Aradığın kitabı bulamıyor musun? Hemen bize yaz ve stoklara yükleyelim.
Kargo sürecinde hasar gören ürünleriniz için %100 iade
Evet! Tüm kitaplarımız sadece yetkili ve büyük yayınevlerinden tedarik edilir.
Siparişiniz hazırlandığı anda e-posta adresinize kargo takip numaranız ve linkiniz anında iletilir. Ayrıca takip numaranızı müşteri hesabınızdan da görebilirsiniz.
Sağ altta bulunan Destek kutucuğundan bize ulaşabilirsiniz. Size en hızlı şekilde geri döneceğiz.