Menü
Zor caran edeb ew rêkar e ji bo yê mirov hest û hizrên xwe tê de tomar dikirin, hewil dida bi ciwantirîn wêneyên dahênanê nimayiş bike, dahênan jî di nivîsanê de weku rexnegirê romanivîs Kolln Willson pesin dike, piroseka bi zehmet e weku bi serkeftinê ye ji bo serê milekê, kesên lawaz dikevin û paşpaşkî vedigerin, kesên xwedan îradeka bi hêz dibine nivîskarên şareza û navdar, heta nivîsîn jî, ji hejî nasnavê dahênan bibe, gereke xwe bi şêwazekî nimayiş bike ku hîç delîvê nehêle û xwendevan neçar bike heta dûmahî tîp û riste pê ve bête girêdan û di gel de bijî, weku mamostayê edebê Erebî Dr. Samî Qire amajê pê dike û dibêje; “xwendin heta radeyekî weku vegêrana ayetên quranê ye”, ji ber ku di pirosa xwendinê de xwendevan ji cîhana xwe ya asayî qut dibe û tevlî cîhana nivîskarî û ezmûna wî dibe, di wê pêvajûyê de xwendevan nax û peywendî û jîwar û rûdanên dewrûberên xwe nas dike, lew ra eger xwendin pencerek be ji bo bazdanê ji ketwarî. Hevdem derwazê vegeriyanê ye ji bo heman jîwar.Reng e roman yek e ji tuxmên edebî yên zortirîn maweyê ji bo xwendevan berceste dike da têkilî ezmûna nivîser ya miştî dahênan û şarezaya jiyanewer û cîhana wî ya xeyalî bibe, ne ku tinê di gel hejmara rûpelan û dirêjiya demê ya nivîsînê mijûl bibe. Ji ber ku roman rûdanên zêdetir û mewdayên demên dirêjtir ji regezên di peyv û riste û peregirafan de têne rêzkirin bi xwe ve digire.Li gora bûyerên romanê û ristina bi hêz ya nivîskar pêximet gehiştina encam û armancê dadirêje, delîva hevrikiyên navxweyî ji bo kesatiyan ferahim dibe, di encam de roman rûber û mewdayên cihdemkî yên berîn û fireh terz û şêwazên nivîsanê yên heme cûr dafirîne, hebûna vê saxletê jî pêdivî bi romanivîsekî heye ku dîmenên ji rûdanan bilindtir nîşa xwendevan bide û pêgehên kesatiyan di romanê de û nêzîkbûna wan ji hevdu û velvînên di navbera wan de di deq û diyalogê de bi zelalî diyar bike.
Nando Yayınları tarafından yayımlanan, Kenan Bilec kaleminden çıkan Nalin.. Birdanka Xwelye kitabını keşfedin. Roman kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.
Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!
Edebi zevkinizi tatmin edecek harika bir seçim.
Siparişine ait tüm kitaplar en geç 1-3 iş günü içinde kargoya verilir
Aradığın kitabı bulamıyor musun? Hemen bize yaz ve stoklara yükleyelim.
Kargo sürecinde hasar gören ürünleriniz için %100 iade
Evet! Tüm kitaplarımız sadece yetkili ve büyük yayınevlerinden tedarik edilir.
Siparişiniz hazırlandığı anda e-posta adresinize kargo takip numaranız ve linkiniz anında iletilir. Ayrıca takip numaranızı müşteri hesabınızdan da görebilirsiniz.
Sağ altta bulunan Destek kutucuğundan bize ulaşabilirsiniz. Size en hızlı şekilde geri döneceğiz.