Menü
Dengê xwe nekir lê dudilî ma. Tiştek negot. Em ji gundê Xalîqişlayê ber bi Dîgorê ve diçûn. Sînorên ku çemê Erez di navbera Tirkîye û Ermenîstanê da xêz dikir, xilas bû û vê carê çemê Arpaçayê bû sînor. ‘Erdên Ermenîstanê ji dûr ve reşeve dikir, hemû çiya û banî bû, cihekî rast tune bû. Çemên ku bûne sînor jî wekî madenciyan erd dikolandin, geliyên kûr li pey xwe dihîştin. Tam li eksa çemê Erez, çemê Arapaçayê bêherrî û paqij bû, bûbû hêlîna çivîk û berazan. Sînorên bi destê însanan çêkirî her tim ez xemgîn dikirim. Mi digo ma sûcê çem û çiyayan çi ye, hûn wan ji xwe ra dikin me’ne û gundan, bajaran heta heywanan ji hev vediqetînin. Gelo dema min li Qersê lîse dixwend, di otobûsên dûmanên cixare tije da ev xwezaya li dor sînoran wekî maran dikişî mîna vê rojê li min vedida an na? Nê bîra min. Dê û bavê min ez li otobûsê siwar dikirim, diya min çav li hêsîr tije, bavê min bi hesret; zûr li çavê min dinêriyan, kelegirîyek min digirt, bi demê ra ew kelegirî bû her tiştê min bû bahola min bû kitêba min, bû eynika min, bû nanê min, mîna zeytûnên hêşîn, av hêdî hêdî tehlbûna wê bir...
Dara Yayınları tarafından yayımlanan, Reşad Kemal kaleminden çıkan Kut kitabını keşfedin. Öykü Kitapları kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.
Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!
Sizi içine çekecek ve etkisi altında bırakacak bir kitap.
Siparişine ait tüm kitaplar en geç 2-3 gün içinde kargoya verilir
5 kitap ve üzerinde ücretsiz kargo
Kargo sürecinde hasar gören ürünleriniz için %100 iade