Menü
« Her ku çi qasî armanc raxistina serborî û jînenîgariya malbatekê be jî ji ber ku rastiya rewşa hemû civaka me dihundurîne watedar û giring hatiye dîtin. Lê belê cihê mixabîniyê û xemgîniyê bi xwe jî tunebûna berhemên nivîsandî li ber dest in. Bi vê boneyê, mirov dikare bi hêsanî bibêje ku di mijara gotinê de çarenûsa me hemû Kurdan ev e.Ango dîroka welatekî ya nivîsandî û tomerî bi gelemperî çi be, bê gûman wê ya hereman bi xwe jî jê ne cûdatir bin. Weke ku çewa em li şûna dîrokeke nivîsandî, serboriya welatê xwe ji stranbêj û vegotinan dibihîsin, di mijara jînenîgariya malbat û eşîran de jî encam heman tişt e. Bi vê sedemê ye ku em di rojên îroyîn de jî encex dikarin raburdûya xwe, an ji pirtûkxaneyên biyaniyan, an ji stranbêjan, an jî ji vegotin û çîrokan bibihîsin. Lewre jî ger ku dîroka rojane, an jî raburdaya dîrokê neyê nivîsandin û di nava qeyd û bergan de neyê tomarkirin, sed mixabin wunda dibe, dihele, çem û çem û av bi av diçe.Bi vê mebestê, armanca nivîsandina vê berhemê ew e ku qet nebe em bikaribin serboriya malbatekê be jî ji nava sergoyê dîrokê derxin ser rûyê erdê.Lê belê her ku çi qasî navê nivîsandinê para me ketibe jî bê gûman divê alîkariya cengawerên li pişta perdê jî neyê jibîr kirin. Lewre him berhem bi alîkariya vegotinên wan pêkhatiye û him jî serboriya kelepora jiyana wan bi xwe dihundurîne. Ji ber vê taybetmendiyê jî divê keda wan cihê xwe bigire û mafên wan radestî wan bê kirin. »
J&J Yayınları tarafından yayımlanan, Aryen Mendi kaleminden çıkan Hedokê kitabını keşfedin. Roman kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.
Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!
Bu kitap, edebiyat severler için harika bir seçenek!
Siparişine ait tüm kitaplar en geç 1-3 iş günü içinde kargoya verilir
Aradığın kitabı bulamıyor musun? Hemen bize yaz ve stoklara yükleyelim.
Kargo sürecinde hasar gören ürünleriniz için %100 iade
Evet! Tüm kitaplarımız sadece yetkili ve büyük yayınevlerinden tedarik edilir.
Siparişiniz hazırlandığı anda e-posta adresinize kargo takip numaranız ve linkiniz anında iletilir. Ayrıca takip numaranızı müşteri hesabınızdan da görebilirsiniz.
Sağ altta bulunan Destek kutucuğundan bize ulaşabilirsiniz. Size en hızlı şekilde geri döneceğiz.