Eşira Reşkotan - Kürt Edebiyatı | Avrupa Kitabevi

Eşira Reşkotan / Eşireka Nandar Ware DengbejanXwendevanen heja! Di cihane de bi hezaran netew hene ü her netew, li gori xwe xwedi taybetmendiyen serbixwe ne. Hinek li ser ziman, hinek li ser jiyana rojane, hinek li ser kevneşopiyen xwe, ji hevüdu cuda ne. Gele Kurd ji di nava xwe de gelek cudahi ü taybetmendiyan nişan dide. Yek ji wan hebüna eşiran e. Herçiqas peyva *eşir* ji Erebi ji were, lebele bi girseyi di nava zimane Kurdi de cih girtiye, ewqas ku di nava Kurdan de büye peyveke sereke ü rojane.Di roja iro de herçiqas gelek Kurd bi eşiren xwe tene naskirin ji, lebele di tevgeren eşiran de gelek guhertin çebûne. Di dema borî de her eşirek serokeki we hebû. Ew serok, bi sere xwe her tişt bü, le iro rewş cuda ye; gelek eşir hene bi tene nave wan maye. Hinek eşiren hela Colemerge, Şernexe belkî hina ji wek bere ev kevneşopiya wan didome, bi taybet yên ku bi eşiren ser xeta navbera iraq, İran û Sûrî ve cînar in. Herçiqas di esle xwe de ev eşir yek in, lebele dagirkeran ew ji hev qetandine.Eşira Reşkotan ji di roja iro de, guherinen zahf mezin te de çebüne. Eşira Reşkotan, eşireke ji heft bavikan pekte, her bavik, çend heb gundên wan hene. Herçiqas di roja îro de, her bavikek serokeki wan ji hebe, lebele ev serok di eşire de ne her tişt e. Mînakeka ber bi çav, di roja îro de ev eşîrên ku em behsa wan dikin, di hilbijartinan de serok bigota çi, ya rast ew bû. Lê eşîra Reşkotan ne wisa ye; herkes dikare di her partiyê de cih bigire û ev jî ne sedemê nakokiyê ye. Ez bi xwe ji eşîra Reşkotan zahf ne dûr im. Yek, dayika min ji bavikê Reşkotanan, Balîcankî ye. Duyem, gundê ku ez lê mezin bûme cînarê Reşkotan e. Bavê dayika min di salên piştî heştêyan de mir. Dayika wê jî di salên piştî nodan de mir. Min ew zahf dîtine. Di nava pirtûkê de, tiştê ku ji min re gotine ezê binivîsim. Ez karim bibêjim, bi saya ev bapîr û dapîra xwe, ez ji Reşkotiyekî zahftir bi halê Reşkotan dizanim. Belê, ji boyê ku ez eşîra Reşkotan û heft bavikên Reşkotan baş nas bikim, li tevekê Reşkotan, li bal van bavikan geriyam. Min bi rûspiyên van bavikan re yek bi yek hevdîtin pêk anîn; tiştê ku wan gotin, min jî nivîsand û carna jî min gotinên wan datanî ber yên ku min ji bapîr û dapîra xwe bihîstibûn. Li Reşkotan, mala ku ez çûmê, min vexwandin goştê berxan û elokan. Ez ji malekê bi tenê jî bêyî xwarina goşt ranebûme; lêbelê ji vanan yek nayê jibîrkirin: Dema ku ez çûme gundê Balika cem bavikê Şêxikan, ew roj daweta kurê malê bû. Beroşa goştê berxan li ser agir bû, ji min re gotin, *Ma tu ne birçi yî?* Min got, *Na, ez ne birçî me.* Li dîsa gotin, *hema hinek dohnê berxê, goştê berxê em ji te re bînin.* Min bêyî dilê xwe got, *neynin*, lê anîn. Ma ez çi bibêjim; min gotibû, ez ne birçî me, lê ew dohn û goştê berxê dilê merivdikêşa, min nanekî tenûrê bi wê firaqa dohn û goşt re xelas kir...

Nubihar Yayınları tarafından yayımlanan, Mıhemed Seid Temel kaleminden çıkan Eşira Reşkotan kitabını keşfedin. Kürt Edebiyatı kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.

Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!

Edebiyat tutkunları için ideal bir okuma önerisi.

Satış ücreti
€9,50
Normal fiyat
€12,50
Kazançlısın
€3 (24%)

Frequently Bought Together

Stokta

Siparişlerin Hemen Hazır

Siparişine ait tüm kitaplar en geç 1-3 iş günü içinde kargoya verilir

Benim İçin Al

Aradığın kitabı bulamıyor musun? Hemen bize yaz ve stoklara yükleyelim.

14 Gün İade Süresi

Kargo sürecinde hasar gören ürünleriniz için %100 iade

İlginizi çekebilir

Sık Sorulan Sorular

Sitenizdeki kitaplar orijinal mi?

Evet! Tüm kitaplarımız sadece yetkili ve büyük yayınevlerinden tedarik edilir.

Siparişimi nasıl takip ederim?

Siparişiniz hazırlandığı anda e-posta adresinize kargo takip numaranız ve linkiniz anında iletilir. Ayrıca takip numaranızı müşteri hesabınızdan da görebilirsiniz.

Size nasıl ulaşabilirim?

Sağ altta bulunan Destek kutucuğundan bize ulaşabilirsiniz. Size en hızlı şekilde geri döneceğiz.