Menü
Heta vê kêliyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebiyata Kurdî hatiye amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ev dîroka edebiyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000), bi qeware û naveroka xwe di heman demê de projeyeke edebî ya serkeftî û ansîklopediyeke edebiyatê ya giranbiha ye jî. Berhem, ne tenê qonax, nûner û bizavên edebiyata Kurdî, di heman demê de zanyariyên bingehîn ên bi coxrafya, dîrok, ziman, dîn, civak, perwerde, destnivîsarî û rojnamevaniya Kurdî re pêwendîdar û seyra dîrokî ya edebiyatên cîhanê jî radixe ber çavan.Di Mêjûy Edebî Kurdî de diyalektên edebî yên Kurdî, di çarçoveya serdeman de pêkve hatine pêşkêşkirin (qonaxbendiya asoyî) û ji bo her helbestvanekî bi qasî ku bibe namilkeyek cihekî zêde hatiye terxankirin. Di berhemê de, li gor qewareyê, bi rêzê edebiyatên Kurdîya Soranî, Goranî, Kurmancî û Lorî cih digirin. Heçî Kurdîya Zazakî û Kurdîya berî Îslamê ye amaje bi wan nehatiye kirin. Ji aliyê edebiyata Kurmancî ve li ser esasê ekola Rûsyayê kêm helbestvan hatibin dayîn jî, di nav lîteratura Soranî de, berhema ku herî zêde cih daye edebiyata Kurmancî dîsa Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ji ber ku di berhemê de edebiyata Soranî bi qonaxên xwe yên klasîk û modern bi awayekî pir berfireh hatiye pêşkêşkirin, rola berhemê ya esasî di qada edebiyata Soranî de ye.Guman tuneye ku hemû Kurdên ku Kurmanciya latînî bi kar tînin, de ji vê berhema Marûf Xeznedar ya ku bi destê Ziya Avci hatiye Kurmancîzekirin û ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin mefayeke mezin bi dest bixin.Abdurrahman Adak
Nubihar Yayınları tarafından yayımlanan, Maruf Xeznedar kaleminden çıkan Diroka Edebiyata Kurdi kitabını keşfedin. Kürt Edebiyatı kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.
Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!
Bu kitap, edebiyat severler için harika bir seçenek!
Siparişine ait tüm kitaplar en geç 1-3 iş günü içinde kargoya verilir
Aradığın kitabı bulamıyor musun? Hemen bize yaz ve stoklara yükleyelim.
Kargo sürecinde hasar gören ürünleriniz için %100 iade
Evet! Tüm kitaplarımız sadece yetkili ve büyük yayınevlerinden tedarik edilir.
Siparişiniz hazırlandığı anda e-posta adresinize kargo takip numaranız ve linkiniz anında iletilir. Ayrıca takip numaranızı müşteri hesabınızdan da görebilirsiniz.
Sağ altta bulunan Destek kutucuğundan bize ulaşabilirsiniz. Size en hızlı şekilde geri döneceğiz.