{"product_id":"nalin-birdanka-xwelye","title":"Nalin.. Birdanka Xwelye","description":"\u003cp\u003eZor caran edeb ew rêkar e ji bo yê mirov hest û hizrên xwe tê de tomar dikirin, hewil dida bi ciwan­tirîn wêneyên dahênanê nimayiş bike, dahênan jî di nivîsanê de weku rexnegirê romanivîs Kolln Willson pesin dike, piroseka bi zehmet e weku bi serkeftinê ye ji bo serê milekê, kesên lawaz dikevin û paşpaşkî vedigerin, kesên xwedan îradeka bi hêz dibine ni­vîskarên şareza û navdar, heta nivîsîn jî, ji hejî nas­navê dahênan bibe, gereke xwe bi şêwazekî nimayiş bike ku hîç delîvê nehêle û xwendevan neçar bike heta dûmahî tîp û riste pê ve bête girêdan û di gel de bijî, weku mamostayê edebê Erebî Dr. Samî Qire amajê pê dike û dibêje; “xwendin heta radeyekî weku vegêrana ayetên quranê ye”,  ji ber ku di pirosa xwen­dinê de xwendevan ji cîhana xwe ya asayî qut dibe û tevlî cîhana nivîskarî û ezmûna wî dibe, di wê pê­vajûyê de xwendevan nax û peywendî û jîwar û rûdanên dewrûberên xwe nas dike, lew ra eger xwen­din pencerek be ji bo bazdanê ji ketwarî. Hevdem derwazê vegeriyanê ye ji bo heman jîwar.Reng e roman yek e ji tuxmên edebî yên zortirîn maweyê ji bo xwendevan berceste dike da têkilî ezmûna nivîser ya miştî dahênan û şarezaya jiyane­wer û cîhana wî ya xeyalî bibe, ne ku tinê di gel hejma­ra rûpelan û dirêjiya demê ya nivîsînê mijûl bibe. Ji ber ku roman rûdanên zêdetir û mewdayên demên dirêjtir ji regezên di peyv û riste û peregirafan de têne rêzkirin bi xwe ve digire.Li gora bûyerên romanê û ristina bi hêz ya nivîskar pêximet gehiştina encam û armancê dadirêje, delîva hevrikiyên navxweyî ji bo kesatiyan ferahim dibe, di encam de roman rûber û mewdayên cihdemkî yên berîn û fireh terz û şêwazên nivîsanê yên heme cûr dafirîne, hebûna vê saxletê jî pêdivî bi romanivîsekî heye ku dîmenên ji rûdanan bilindtir nîşa xwendevan bide û pêgehên kesatiyan di romanê de û nêzîkbûna wan ji hevdu û velvînên di navbera wan de di deq û diyalogê de bi zelalî diyar bike.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eNando Yayınları tarafından yayımlanan, Kenan Bilec kaleminden çıkan Nalin.. Birdanka Xwelye kitabını keşfedin. Roman kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eHemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eEdebi zevkinizi tatmin edecek harika bir seçim.\u003c\/p\u003e","brand":"Nando Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51735430005099,"sku":null,"price":9.35,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0890\/3170\/4939\/files\/nalin-birdanka-xwelye-13456938-84-O.jpg?v=1744044861","url":"https:\/\/avrupakitabevi.com\/products\/nalin-birdanka-xwelye","provider":"Avrupa Kitabevi","version":"1.0","type":"link"}