Aram Yayınları
Xendeka Biloka- Gora Komi
Û ji we berê kê kete Mêrdîna şewitî, pêşî li pozê wê binerin, pê re berê xwe bidin çiyayê Maziya porxelek, Bagoka dest hinekirî û paşê Biloka xopan, çav li devî û newalên wê biqûrifînin, heger we çalek û tê de giyanên pêxwas, hestiyên helandî, mejiyên bêbir, sûretên napkirî, zimanên bêhnok, guhên bêqûl, çavên rijiyayî, pozên pelixandî, diranên zingarî, pêçiyên porgirtî, piyên çelexwarî, nenûkên ji dasî hatine birîn… û bêhnek, bêhna fikrên gûrandî dît, bizanibin ku Kazim Xoce û heft rêhevalên xwe di wir de ne…û hûnê pêre gora Şêx Seîd û Seyîd Riza jî bibînin, heger we nedît, ji nûha pê de ne gengaze ku kesek vê gora komî bibîne û wê neyê dîtin jî.Û qet nebe çavên xwe têxin giroverên çavên Xakê û li rûwê wan cangoriyan binihêrin…
Aram Yayınları tarafından yayımlanan, Hogir Berbir kaleminden çıkan Xendeka Biloka- Gora Komi kitabını keşfedin. Roman kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.
Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!
Her okurun beğeneceği türden bir klasik.