J&J Yayınları
Tarîtirs
Vê siharê xuşîna bayekî cemidîStranekê bi xwe re bêdeng dikeLi kolanên şewitî mîrateyek xêz dibeBi dilopên xwînêSewta nalînekê dibû kefiyek li ser darbestêÛ xwe berdida li ser rûçikên axeke sarZerî Esmerek di eywanê deBiskên hêviyên kezîbir hine dike bi destên xwePîremêrên qelûnkêşDi qermûçekên rûçikên xwe de êşan dihewîninAx lê çi ecêbBi miskên keseran, naçin şewata dilXeyalên piştqozikXwe avêtine bextên xweziyên elemdarîBirînên kevnarÊdî hew dikarin êşan di zikê xwe de bihewîninHawara dayîkên ku mirîyan ji goristanan radikinDi kerika guhên girtî de nayên bihîstinHey hewar, hey hewar, ev çi bêdengiyeXwe li kefenê mirinê pêça yeMirinê awirên xwe kirine cil û bergFîstanek bi rengê xwînêÛ her sibehê li min dike bi destên xweJiyan di devê narîncokekî li ber teqînê de yeRondik xwe bi mijangên Zerî Esmeran veDarve dikin li ser vê axêKes nizane kî diçe û kî dimîneÊdî çûyîn bêxatir in li vî Welatî
J&J Yayınları tarafından yayımlanan, Welat Xerib kaleminden çıkan Tarîtirs kitabını keşfedin. Şiir Kitapları kategorisinde Avrupa Kitabevi'nin özel indirimleriyle sizi bekliyor.
Hemen sipariş verin ve Avrupa'ya hızlı teslimat avantajlarından yararlanın!
Bu kitap, edebiyat severler için harika bir seçenek!